Îsraîlê gef li Sûriyeyê xwar: Vekişin an em dê êrişên xwe dijwartir bikin
Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz gef li hikûmeta Sûriyeyê xwar û xwest ku hêzên xwe yên leşkerî ji bajarê Siwêdayê vekişîne, eger na dê êrişên xwe tundtir bikin.
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz derbarê êrişên li Siwêdayê daxuyanî da.
Israel Katz da zanîn ku heta hêzên leşkerî yên hikûmeta Sûriyeyê ji Siwêdayê venekişin ew dê êrişên xwe bidomînin.
Katz diyar kir ku ew dê siyaseta xwe ya "bêçekkirina" başûrê Sûriyeyê bidomînin û gef li Şamê xwar û got:
“Eger peyama me neyê fêmkirin, Îsraîl dê di demeke nêzîk de asta bersiva xwe ya leşkerî ya li dijî rejîmê tundtir bike.”
"Divê Sûriye hêzên xwe vekişîne"
Katz her wiha eşkere kir ku Îsraîl Durziyên li Sûriyeyê diparêze û got, “Divê rejîma Sûriyeyê Durziyên li Siwêdayê serbest berde û hêzên xwe vekişîne.”
SOHR: 248 kuştî hene
Li parêzgeha Siwêdayê ya ku piraniya şêniyên wê Durzî ne di rojên borî de di navbera komên çekdar ên Durzî û eşîrên Ereb ên Bedewî de pevçûnên dijwar derketin.
Hikûmeta Sûriyeyê ji bo kontrolkirina rewşê hêzên artêşê şandin herêmê.
Li gorî amarên Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) di pevçûnên li bajarê Siwêdayê de hejmara kuştiyan derketiye 248an.
#VÎDEO - Îsraîl: Divê Sûriye ji Siwêdayê vekişe
— RudawKurdi (@RudawKurdi) July 16, 2025
🎙️ Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz: Heta ku hêzên Şamê ji Siwêdayê venekişin em dê êrişên xwe bidomînin
🎙️ Israel Katz: Divê rejîma Sûriyeyê hêzên xwe ji Siwêdayê vekişîne û dev ji Durziyan berde#Israel #Syria pic.twitter.com/d71RivqOte