Barzanî: Komkujiya kurdên êzîdî komkujiya kurdan e

16-08-2014
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî ragihand ku komkujiya Kurdên Êzdî, komkujiya kurdan e û ew Enfal û kîmyabaraneke din e.

 

Mesûd Barzanî bi boneya 68emîn salvegera damezirandina PDKê  peyamek ji endam û alîgirên wê partiyê re şand û ji wan xwest ku di vê qonaxê de dîroka tije serwerî ya PDKê biparêzin.

 

Barzanî herwiha dibêje, pêwîste endam û alîgirên PDKê xwe ji bo cîbicîkirina druşma “Kurdistan yan neman” amade bikin û li kêleka pêşmerge û hemû hêzên Kurdistanî komploya dijminan bin ax bikin.

 

Derbarê komkujiyên ku derheqê Kurdê Êzdî de tên kirin, Barzanî komkujî wek enfal û kîmyabaraneke din dide naskirin û dibêje, çawa enfalçiyan û yên xelkê Kurdistanê kîmyabaran kirine gihiştine cezayê xwe, divê ew tawanbar jî bigihin cezayê xwe.

 

Serokê PDKê di dawiya daxuyaniya xwe de tekîd dike ku divê Kurdistan bibe goristana terorîst û hemû neyarên gelê Kurd.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst