Agirê li Amedê hat vemirandin

Hewlêr (Rûdaw) - Agirê bejahiya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê piştî hewldanên tîman hat vemirandin.

Li gundê Gomêçê ya Hênê û li Deşta Fîsê ya Licê li daristanên ku darên mazî lê hene ji ber sedemek nediyar agir derketiye.

Li ser agahdarkirinê, Birêvebiriya Daristanan a Amedê, AFAD, tîmên agirvemirandinê û cendirme çûn cihê şewatê.

Li gorî zanyariyên Nûçegihanê Rûdawê Abdulselam Akinci, ji Birêvebiriya Daristanan 30 karmend û 5 wesayîtên agirvemirandinê û her wiha tîmên agirvemirandinê yên hinek şaredariyan midexaleyî agir kir.

Parêzgariya Amedê ragihand ji ber bandora agir 3 welatî bi sivikî nexweş ketin.

Her wiha hat gotin ku xebatên vemirandinê bi kordînasyona AFADê bênavber didomin û 74 wesayît û 226 personel li herêmê ne.

Parêzgariyê eşkere kir ku niha ti metirsiyeke cidî li ser niştecihan nemaye.

Nûçegihanê Rûdawê Abdulselam Akinci ragihand ku şewat saet seat 01:30î  bi temamî hatiye kontrolkirin.

Tîmên li herêmê dest bi xebatên sarkirinê kiriye.