Çewlîg - Otomobîl li hespê qelibî: Hesp û kesek mirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kanîreşê ya parêzgeha Çewlîgê ya Bakurê Kurdistanê otomobîlek li hespê qelibî, kesekî di otomobîlê de mir.
Otomobîla ku S.G. diajot li ser rêya Kanîreş-Çewlîgê li nêzî gundê Ezîzanê li hespekî da.
Li ser agahdarkirinê cendirme û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Di qezayê de kesê bi navê A.K. yê di otomobîlê de bi giranî birîndar bû.
Tîmên tenduristiyê A.K. rakir Nexweşxwexaneya Dewletê ya Kanîreşê lê li nexweşxaneyê tevî hemû midaxaleyan mir.
Her wiha hespê ku otomobîlê lê dabû jî mirar bû.