LICÊ - Agir hat vemirandin lê gundî li benda alîkariyê ne

Amed (Rûdaw) - Şewata ku doh li navçeyên Licê û Hênê yên Amedê derketibû, piştî hewldanên nêzîkî 20 saetan hat vemirandin.

Di şewatê de zereke mezin a madî çêbû û bi hezaran donim erd şewitî.

Şewat doh saet derdora 11:00ê nîvro, li deşta Fîsê ya Licê û li Hênê bi awayekî hevdem dest pê kir.

Ji ber bayê gur, agir bi lez belav bû û li her du navçeyan bi giştî 10 gund ketin ber pêla agirê mezin.

Şewatê bi taybetî ziyan gihand zeviyên gundên Fîs, Hûrê Pîrik, Angul, Celik, Kerwas û Huseynikê.

Li ser agahdarkirinê, tîmên AFAD, karmendên daristanan, tîmên agirvemirandinê yên Şaredariya Bajarê Mezin a  Amedê û şaredariyên navçeyên Amedê midaxeleyî şewatê kirin.

Ji ber ku şewat mezin bû, ji bajarên wekî Mûş, Sêrt, Êlih Çewlîg, Dêrsimê jî tîmên alîkariyê çûn cihê     herêmê da ku agir vemirînin.

Agir bi hewldaneke mezin, di saetên şevê de hat vemirandin.

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun diyar kir ku bayê gur zêde karê wan zehmet kir û got, “Ba pir bi hêz bû. Mixabin ji hewayê ve piştgiriya helîkopterê jî nehat, ev jî bû pirsgirêk.

Ev ne agirekî wisa bû ku di destpêkê de ew qasî mezin bibe lê ji ber bayê gur wiha bû û gelek dever şewitîn.”

Bi derketina rojê re, li gel tîmên daristanan du helîkopterên agirvemirandinê jî dest bi wergirtina tedbiran kir.

Karkerê daristanê yê bi navê Firat Haluç got, “Ji doh saet 11an vir ve em agir ditemirînin. Di saet 04:00 berbangê re agir hat vemirandin. Em niha jî karê wergitina tedbîran dikin.”

Zerereke mezin çêbû

Di şewatê de ti zerera canî çênebû lê xisareke mezin gihişt rez û darên gundiyan.

Ji ber ku xetên elektrîkê jî zerer dîtine, elektrîka gundên herêmî jî hat qutkirin û ev yek bûye sedema pirsgirêka avê li herêmê.

Welatiyê deverê yê bi navê Mehmet Peker behsa zehmetiyên xwe kir û got, “Dîrekên ceyranê şewitîne, ji ber wê sondajên me naxebitin û em bê av in.

Kengî dê elektrîk were em nizanin. Baxçe hişk dibin û heywan jî bê av in.”

Hat zanîn ku li ser sedema derketina agir lêpirsîn hatiye destpêkirin.