Tevgera Goran: Aktîvkirina parlamentoyê dûrê yasayan e
Hewlêr (Rûdaw) – Fraksiyona Tevgera Goran li Parlamentoya Kurdistanê li ser dest bi karkiirna parlamentoyê ragihand: “Çalakkirina Parlamentoya Kurdistanê dûrê urfên yasayî û parlamentoyê ne. Beşdarbûna partiyan di rûniştinê de rewakirina kûdetaya PDKê ye.”
Serokê Fraksiyona Tevgera Goran Birzo Mecîd êvara roja Înê 15-7-2017, piştî destpêkirina karên Parlamentoya Kurdistanê civîneke çapemeniyê saz kir û helwesta partiya xwe ya derbarê çalakbûna parlamentoyê de eşkere kir.
Birzo Mecîd got: “Daxwaza me ew bû, ku parlamento rola xwe ya rasteqîne bilîze, biryar û raspardeyan li gorî hizrên teng ên hizbî wernegre. Îradeya parlamentoyê li serveyî hemû îradeyan be. Lê gelek astengî li pêşiya karên parlamentoyê çêbûn heta ku kar gihişte wê astê, roja 12ê Cotmeha 2015ê, bi biryareke hizbî û takekesî ya Partiya Demokrata Kurdistanê, kudeta bi ser parlamentoyê de hate kirin. Bêdengiya partiyên din jî wisa kir, ku şûnwarên vê kudetayê heta îro berdewam bin.”
Mecîd amaje bi wê yekê kir, ku deshilata li Herêma Kurdistanê ev çarîk sedsale hikûmraniyê dike û diyar kir: “Vê hikûmraniyê nexwestiye û nehiştiye parlamento rola xwe ya rast bilizê. Herwiha nehiştine hemwelatî weke cihekê bi hêvî li parlamentoyê binerin. Berovajî parlamento kirine amrezeke ji bo bicîhanîna daxwazên xwe yênb kesî û hizbî.”
Serokê Fraksiyona Tevgera Goran Birzo Mecîd da xuyakirin, ku di van du salên dawiyê de parlamento çalak nebûye, sazî û dezgehên hikûmî ji kar ketine û biryarên ku hikûmetê jî wergirtine bare xelkê girantir kiriye.
Piştî du salan duh 15-9-2017, Parlamentoya Kurdistanê bi amadebûna 68 parlamenteran, bi serokatiya Cîgirê Serokê Parlamentoyê Cefer Îbrahîm Êmînkî civya. Parlamentoyê bi piraniya dengan biryara giştpirsiyê pesend kir û Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyan ji bo encamdana giştpirsiya 25ê Îlonê raspart.