Mesrûr Barzanî: Pêwîst e dadperwerî hebe di xerckirina dahatê de bo navçeyan

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Hikemeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ragihand ku pêwîst e, dadperwerî di xerckirina dahatê de hebe bo navçeyan.

Serokwezîrê Hikemeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro, serpereştiya kombûna Komîteya Dahatê kir.

Li gor daxuyaniya ku di malpera Hikûmeta Herêma Kurdıstanê de hat belav kirin, Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê, amaje bi wê kir ku pêwîst e, hikûmet kar li ser wê yekê bike ku hevsengî hebe di dahat û xercan bi şêweyekî ku di xizmeta berjewendiya giştî û hemwelatiyên Herêma Kurdistanê de be.

Di wê kombûna ku Cîgirê Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Qubad Talabanî jî amade bû, Mesrûr Barzanî got, “Divê dadperwerî hebe di xerckirina dahatê de bo navçeyên Kurdistanê û kar û erka me jî berevaniya li mafên hemwelatiyên Herêma Kurdistanê ye.”

Di kombûnê de gotûbêj li ser komkirina dahatê, rêkxistina bac û gumrikan û karkirina sîstema bankeyan li Herêma Kurdsitanê jî hatin kirin.Herwiha di civînê Mesrûr Barzanî, tekezî li ser dabînkirina nefta spî kir berî hatina zivistanê.