Nêçîrvan Barzanî: Pê şanaz im kesekî Kurd li Brîtanya bûye Wezîrê Perwerdeyê
Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahî li Nedîm Zehawî dike û dibêje, cihê şanaziyê ye ku kesekî bi esil Kurd li Brîtanyayê dibe Wezîrê Perwerdeyê.
Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson roja Çarşemê 15ê Îlonê hin guhertin di kabîneya xwe de kir û di çarçoveya guhertinan de, Nedîm Zehawî ku kurdekî Başûrê Kurdistanê ye, li cihê Gavin Williamson wek Wezîrê Perwerdeyê yê Brîtanyayê destnîşan kir.
Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê ku niha bi serdaneke fermî li Brîtanyayê ye û îro duyemîn roja serdana wî ye, di peyamekê de li ser Twitterê pîrozbahî li Nedîm Zehawî kir.
Nêçîrvan Barzanî ragihandiye:“Pîrozbahiyê li hevalê xwe Nedîm Zehawî dikim, ji ber destbikarbûna wî wek Wezîrê Perwerdeyê yê Brîtanyayê. Li gel posta wî ya nû, hêviya serkevtinê jê re dixwazim. Cihê şanaziya min e ku dibînim Nedîm kesekî bi esil Kurd, berdewam e li karê xwe yê siyasî yê serkevtî li Brîtanya.”
Roja Çarşemê 15ê Îlonê jî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî di peyamekê de li ser Twitterê ragihandibû wî di pêwendiyeke telefonî de pîrozbahî li Nedîm Zehawî, Wezîrê Perwerdeyê yê Bîranyayê yê nû kiriye.
Mesrûr Barzanî diyar kiribû: “Îşev bi telefonê min pîrozbhaî li hevalê xwe kek Nedîm Zehawî kir, ji ber diyarkirina wî wek Wezîrê Perwerdeyê yê Brîtanya.”
Nedîm Zehawî di sala 1967an de li paytexta Iraqê bajarê Bexdayê di malbateke Kurd de hatiye dinyayê û dema ku 9 salî bûye, malbata wî koçberî Brîtanyayê bûye û li wî welatî bicih bûne.
Zehawî pêştir bo çend xûlan di parlamentoya Brîtanyayê de li ser lîsta Partiya Parêzgaran (Konservatîv) bûbû parlamenter û di dema parlamenteriya xwe de çendîn caran serdana Herêma Kurdistanê kiribû û bi serkirdatiya siyasî ya Kurdistanê re hevdîtin pêk anîbû.