Sûriye bi piştgiriya Urdin û Amerîkayê plana aramkirina rewşa Siwêdayê radigihîne
Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê ragihand ku ji bo aramkirina rewşa parêzgeha Siwêdayê bi piştgiriya Urdin û Amerîkayê planeke nû hatiye amadekirin.
Li parêzgeha Siwêdayê tîrmehê di navbera Durzî û Erebên Bedewî de şer û pevçûnên tund derketibûn.
Li gorî amarên nefermî, di şer û pevçûnan de zêdetirî 2 hezar kes hatin kuştin ku 789 ji wan Durzî bûn.
Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî di kongreyeke rojnamegeriyê de li ser mijarê axivî.
Eshed Şeybanî got, "Hikûmeta Sûriyeyê nexşerêyeke zelal ji bo kar daniye ku piştgiriyê dide dadweriyê û baweriyê ava dike."
Şeybanî her wiha diyar kir ku plan lêpirsîna ji wan kesên ku êrişî welatiyan kiriye, qerebûkirina ziyanlêketiyan û "destpêkirina pêvajoyeke lihevkirina navxweyî" li xwe digire.
Li gorî gotina Şeybanî, bicihanîna vê planê dê hevdem be li gel lêkolîneke Neteweyên Yekbûyî ya li ser tundûtûjiyan.
Mekanîzmayeke hevbeş a Sûrî-Urdinî-Amerîkî
Wezîrê Karên Derve yê Urdinê Eymen Sefedî yê ku li gel Nûnerê Amerîkayê Tom Barrack di wê konferansa rojnamegeriyê ya li Şamê de amade bû, ragihand:
"Mekanîzmayeke hevbeş a Sûriyeyî-Urdinî-Amerîkî" dê bicihanîna planê misoger bike."
Xwînrijandin 13ê Tîrmehê bi pevçûnên di navbera çekdarên Durzî û yên Erebên Bedewî de dest pê kiribû, lê bi lez belav bû û hêzên hikûmetê û çekdarên eşîran ên ji beşên din ên Sûriyeyê jî tevlî bûn.
Rayedarên Sûriyeyê dibêjin, hêzên wan ji bo rawestandina pevçûnan destwerdan kiriye, lê şahidhal, Durzî û çavkaniyên xwecihî wan bi alîgiriya deştekiyan û destdirêjiya li ser Durziyan tohmetbar dikin.