RIHA - Ciwanê ku elektrîkê ew girt mir

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Xelîliyeyê ya Rihayê elektrîkê bi ciwanekî girt û mir.

Hat zanîn ku li Osmangaziyê ya Xelîliyeyê ciwanê bi navê Mehmet Arslan ê 24 salî dema dixwest asansorê temîr bike eletrîkê ew girtiye.

Mehmet Arslan bi dijwarî birîndar bû.

Tîmên tenduristiyê Mehmet Arslan veguhast Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Rihayê

Mehmet Arslan ji ber rewşa xwe ya giran tevî hemû midaxaleyan jî li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.