Galeriya wêneyan

16-09-2025
14 Photos
RÛDAW

Ji ber hişkesalî û guherîna avhewayê asta ava Gola Dûkanê ya li parêzgeha Silêmaniyê daket û li deşta Bitwênê goristana gundekî  derket holê ku bi salan e di bin ava golê de mabû.

Çêkirina Bendava Dûkanê sala 1956an bi dawî bûbû.

Wê demê gelek gund hatibûn valakirin û di bin ava bendavê de mabûn.

Niha jî ji ber guherîna avhewayê û hişkesaliyê asta ava golê bi awayekî berbiçav daketiye.

Li deşta Bêtwênê û li nêzîkî gundê Mamendawayê, goristaneke ku bi salan di bin avê de mabû, derketiye ser avê.

Wekî ku di dîmenan de jî xuya dike, hestiyên mirovan derketine holê û asta ava golê bi awayekî metirsîdar kêm bûye.