KERKÛK – Gef li ser xwendina kurdî hene

Kerkûk (Rûdaw) – Rêveberê Xwendina Kurdî li Kerkûkê li ser boykota mamostayên xwendina kurdî hişyarî da û got: “berdêleke xwendina kurdî heye, ew jî eberbî ye.”

 

Rêveberê Xwendina Kurdî li Kerkûkê Şêrzad Reşîd Kake di civîneke rojnamevanî de ragihand ku Wezareta Perwerde ya Herêma Kurdistanê alîgirê cezakirina mamostayan nîne lê eger boykot berdewam bikin, ew dikarin karên wan ji nûve sererast jî bikin.

 

Kake got: “Divê mamostayên me ji bo vê bijardeyê amade bin. Jiber ku li Kerkûkê berdêla xwendina bi zimanê kurdî heye, ew jî erebî ye.”

 

Şêrzad Reşîd Kake herwiha ragihand: “Eger pirsgirêkek çêbibe û erebî bibe berdêla kurdî, xwelkê kurd zarokên xwe ji dibistanên kurdî derbixe, em ê tev de hest bi metirsiyê bikin. Hemû mamostayên nerazî jî behsa vê yekê kirine û gotine ku ew nahêlin xwendina bi zimanê kurdî zerar bibîne.”

 

Rêveberê Xwendina Kurdî li Kerkûkê daxuyand ku ew piştgiriyê didin daxwazên mamostayan û ligel wan in û got: “Lê me ji wan re gotiye ku nabe protestoyên wan bibin sedema sekinanadina xwendina bi kurdî û nehatina kar.”

 

Mamostayên xwendina kurdî li Kerkûkê meaşên xwe ji hikûmeta Herêma Kurdistanê werdigrin. Paşketina meaşan bandore li wan jî dike. Di dema borî de mamostayên Kerkûkê jî weke mamostayên din beşdarî çalakiyên boykotê bûn.