Li Rihayê teqîn: Albay bû armanc

Navenda Nûçeyan – Li navçeya Wêranşehir a Rihayê êrişî wesayita leşkerî ya Artêşa Tirkiyê hat kirin, ku Cîgirê Fermandeyê Fewca Cendirme yê Wêranşehirê , eqîd Erkan Arikan jî di nav wesayitê de bû.

 

Li gorî agahiyan, îro yekşemî 16ê Cotmeha 2016 li ser rêya navbera Wêranşehir-Amedê û li 16 kîlometriya bajêr, êrişî wesayiya leşkerî ya Artêşa Tirkiyê hat kirin.

 

Hat ragihandin, ku Cîgirê Fermandeyê Fewca Cendirmeyan li navçeya Wêranşehirê, eqîd Erkan Arikan jî di nav wesayita leşkerî de bû.

 

Li gorî zanyariyên medyayên Tirkiyê, êriş bi bombeya destçêkirî û ji aliyê gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ve hatiye encamdan, lê di encama êrişê de ti kuştî û birîndar çênebûne.

 

Hat zanîn, ku li cihê teqînê, li ser rê çalek bi kûrahiya 2 metran û firehiya 3 metran çê bûye.

 

Piştî êrişê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê li herêmê dest bi operasyoneke lêgerînê kirin û hat ragihandin, ku di teqînê de 200 kg madeyên teqîner hatiye bikaranîn.