Pêşmerge: Zeviyên petrolê di bin kontrola me de ne

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Piştevaniya Yek a bi ser Hêzên Pêşmerge ve ragihand ku zeviya petrolê ya Bay Hesenê di bin kontrola wan de ye.


Piştî ku beşek ji hêza pêşmergeyên bi ser Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) ve li sînorê Kerkûkê vekişyan û cihên xwe dane radestî Heşda Şebî kir,  hin dezgehên ragihandinê belavkirin, ku Pêşmerge ji Bay Hesen vekişyane.


Hêzên Piştevaniya Yek a bi ser Hêzên Pêşmerge derbarê vê yekê de daxuyaniyek da û ev dengo red kir.


Hêzên Piştîwanî Yek, di daxuyaniyekê de ragihand, ku ew hemû wan dengoyan red dikin, ku dibêjin hêzên wan ji Bay Hesen ji Kerkûkê hatine vekişandin, û heta niha hêzên wan li wir bicî mane.


Hejayê gotinê ye piştî paşde vekişiyana beşek ji Hêzên Pêşmergey yên ser bi YNKê ve, hêzên îraqî dest danî ser Kompaniya Petroka Bakur, lê zeviyên petrolê yên Havana û Bay Hesen ji aliyê Hêzên Pêşmergey yên ser bi Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ve tên parastin û Heşda Şeibî nikariye dest dane ser.


Hikumeta Herêma Kurdistanê ji sala 2014an ve, zeviyên petrolê yên Havana û Bay Hesen birêve dibe û rojane nêzî 300 hezar bermîlên petrolê ji wan zeviyan berhem tîne.