Li Rojava wergirtina pembû destpê kir
Hewlêr (Rûdaw) - Mehlec ango Saziya Çirika Pembû ya li Hesekê 11 hezar ton pembû ji cotkaran wergirtiye, heta niha bi dehan barhilgir di dorê de rawestiyan û li benda daxistina bar in.
Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser nirxê her kîloyeke Pembû ji Hezar û 950 lîreyan kir 2 Hezar û 500 lîreyan.
Ji 28 Tebaxê de Mehlec deriyê xwe li pêşiya cotkaran vekiriye û cotkar jî pembûyên xwe tînin û kesên pispor jî test dikin bo ku pileya başbûna Pembû destnîşan bikin ku 10 pileyên wê hene.
Pembûyê pileya yek ango corê herî baş yek kîloya wê bi 2 hezar û 500 lîreyan û yên herî xirap ku pileya deh e bi 2100 lîreyan e.
Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser pêşbînî dikir ku 50 Hezar ton pembû ji cotkaran werbigrin lê heta niha 11 hezar ton wergirtine.