Justin Bieber vê carê dîlana 'Michael Jackson' ê Şirnexî parve kir

Hewlêr (Rûdaw) - Stêrkê cîhana muzîkê û stranbêjê Kanadayî yê navdar Justin Bieber dîmenên govend û dîlana Nezîr Ayasê ku li Şirnexê bi navê "Michael Jackson Nezîr" tê naskirin, li ser hesabê xwe yê Instagramê belav kir.

Justin Bieber ku berê vîdyoya fenomenê Kurd Sofî Omer ê ji Şemzînanê belav kiribû, vê carê jî wêneyê Nezîr Ayas ê 42 salî yê ji Şirnexê ku wek "Michael Jackson Nezîr" tê naskirin, li ser hesabê xwe yê Instagramê parve kir.

Justin Bieber li ser Instagramê 261 mîlyon şopînerên wî hene.

Nezîr Ayas nîştecihê qezaya Silopiyayê ya Şirnexê ye, û li herêmê bi tevgerên xwe yên di govendan de bala xelkê dikişîne û bûye kesekî navdar û xelk gelek jê hez dikin.

Vîdyoyên dîlanên Ayas ku li ser vexwendinê beşdarî dawetên li navçeyê dibe, li ser torên civakî bi milyonan caran hatine temaşekirin.

Ji ber parvekirina vîdeoya dîlana wî ji aliyê Justin Bieber ve, Ayas kêfxweşiya xwe nîşan daye û spasiya stranbêjê navdar ê cîhanê Bieber kiriye.