Piştî HTŞê Efrîn kontrol kir; Xelkê Efrînê rewşê çawan dibînin?
Hewlêr (Rûdaw) – Piştî ku Heyet Tehrîr el-Şam di rojên bihorî de navenda bajarê Efrînê û piraniya herêmê kontrol kir, welatiyên Efrînê yên li Hewlêrê dimînin têkildarî rewşa herêma xwe ji Rûdawê re axivîn. Beşek ji wan dibêjin, rewşa Efrînê dê xirabtir bibe, lê hin kes jî dibêjin, dibe ku rewş hinekî baştir bibe, ji ber ku niha tenê grûpeke çekdar li herêmê heye.
Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê di çend rojên dawî de gelek pêşhat û bûyer çê bûn û rewş li wê derê hêj aloz e.
Di pêşhateke bilez û nû de, piştî çend rojan şer û pevçûnên dijwar, çekdarên grûpa Heyet Tehrîr el-Şam karî navenda bajarê Efrînê û piraniya herêmê kontrol bike û çekdarên grûpa Cebhe el-Şamiye û Firqeya Sêyem neçar man ji bajarê Efrînê ber bi bajarê Ezazê paşde vekişin.
Li ser rewş û pêşhatên nû yên li Efrînê, welatiyên Efrînê yên li Herêma Kurdistanê dijîn, ji Rûdawê re behsa nerîna xwe kirin.
Hinek welatî dibêjin, dê rewşa Efrînê xirabtir bibe ji ber ku çekdarên Cebhet El Nusre di lîsteya terorê de ye, hinek welatiyên din jî dibêjin, dê rewş hinekî baştir bibe, ji ber ku berê gelek grûpên çekdar li herêmê hebûn, lê niha tenê grûpek heye û dibe ku rewşa wan baştir bibe.
Welatiyekî Efrînî dibêje, dê rewş wek berê bimîne, tenê çekdaran cil û bergên xwe guhertine.
Ebdo Hiskê xelkê Efrînê dibêje, “ewên ku Efrîn dagir kirine, di lîsteya terorê de ne, ew jî di paşerojê de gelek xeter e li ser rewşa Efrînê, rewşa wê dê çawa be, dê çi lê bikin, çi (qas) teror li Sûriyê heye, gişt li Efrînê kom kirine. Ji ber wê xetereke mezin li ser xelkê Efrînê heye, kes nizane ka dê rewş çawa be.”
Mehmûd Hesen welatiyekî din ê Efrînê jî dibêje, ew plan û lihevhatinek bû ku li Efrînê hat pêkanîn û tekez dike, hêviya wan ev e ku rewş li Efrînê ji berê baştir be.
Eslan Mûsa kesekî din ê ji Efrînê ye ku li Hewlêrê dijî û derbarê rewşa niha ya Efrînê de ji Rûdawê re dibîje, “di bûyerên ku li Efrînê de diqewimin, destê hikûmeta Tirkiyê heye. Eslan Mûsa dibêje, Ew tişta bi destê hikûmeta Tirkiyê ye, Cebhet el-Nusre kire nav herêma Efrînê û ewên din derxistin. Dixwazin hin mêtîngehên din çê bikin û bi wê rêyê hîn Kurdan tune bikin li cem me, yanî Efrîniyan tune bikin. Daran li me qut dikin, gişt tişt kirin, lê nihêrin ew nebû û Kurd hîn mane têde, dixwazin ew jî nemînin. Niha dixwazin çi bikin, dixwazin koçberên Sûrî vegerînin, dê vegerînin kuderê, dê vegerînin Efrînê. Bi vê meseleyê û bi destê Cebhet el-Nusre mêtîngehên din çê dibin. Hinek hene ku dibêjin ew ji me re baş e, tiştekî xêr ji Kurdan re tune ye.”
Bekir Mihemed jî dibêje, “ew çetana merciyê wan û hedefa wan yek e, yanî tenê guherîna cihan û guherîna kesan e…, li gor berjewendiyên dewletan li wan deran bi cih bûne.”