Li Xarpêtê pevçûna bi çekan, birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê di pevçûna bi çekan a du aliyan de 3 kes birîndar bûn.

Li gorî agahiyan, şeva borî li taxa Îcadiyê ya Xarpêtê di navbera du aliyan de ji ber sedemeke nediyar nîqaş derket.

Paşê jî her du aliyan bi çekan êrişî hev kir û di encama şer de 3 kes bi çekan birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê 3 kesên birîndar veguhastin nexweşxaneyên cuda yên li bajêr.

Polîsan ji bo desteserkirina tawanbaran dest bi xebatê kir û derbarê bûyerê dest bi lêpirsînê hat kirin.