Bajarên Bakur ên ku hewaya wan herî pîs e diyar bûn
Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî lêkolînên Platforma Mafê Hewaya Paqij, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bajarên ku hewaya wan herî qirêjî ye Îdir, Erzingan û Kutahya ne.
Platforma Mafê Hewaya Paqij, amarên qirêjiya hewayê yên 81 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê parve kirin.
Li gorî amaran, bajarê hewaya wê herî qirêjî Îdir e û piştî wê jî parêzgeha Erzinganê tê.
Kalîteya hewaya parêzgehên Stenbol û Enqerê jî di asteke hestyar de ye.
Ji ber pîsbûna hewayê di nav salekê de 62 hezar kes pêşwext mirine.
Li gorî raporê, eger kalîteya hewayê bigihe asta ku Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê diyar kiriye dê herî kêm 60 hezar kes ji mirinê rizgar bibin.
Di raporê de tê gotin ku pîsbûna hewayê salane 138 milyar dolar zererê dide aboriya Tirkiyeyê.