Mesrûr Barzanî: Divê em herin Bexdayê û ji bo mafên gelê Kurdistanê şer bikin

Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî di bangeşeya partiya xwe ya li Hewlêrê de got, “Divê em herin Bexdayê û li wir ji bo mafên gelê Kurdistanê şer bikin.”

Li Hewlêrê 30 namzedên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hene û PDK dixwaze piraniya kursiyên Hewlêrê bistîne.

Mesrûr Barzanî di bangeşeya partiya xwe ya li Hewlêrê de got:

“Nûnerên me dê li Bexdayê mafên hemû pêkhateyan biparêzin.

Em mehekê xizmetê ji namzedên xwe re dikin da ku ew çar salan xizmetê ji gelê Kurdistanê re bikin.

Biserxistina lîsteya PDKyê ji bo wê ye ku xewna gelê me bibe rastî.”

“Wan Bexda hilbijartiye”

Mesrûr Barzanî behsa girîngiya hilbijartinên gera şeşemîn a Parlamentoya Îraqê kir û biland:

“Li Kurdistanê rikaberên PDKyê nemane, yên mane li Bexdayê rikberiya PDKyê dikin, lewma divê em herin Bexdayê û li wir li ser mafên destûrî yên xelkê şer bikin.

Bexda bûye cihek ji bo hemû wan aliyên ku çavê wan ji serkeftina Kurdistanê bar nabe yan jî wan aliyên ku nekariye li Kurdistanê rikberiya PDKyê bikin.

Wan Bexda hilbijartiye da ku li wir dijminatiya Herêma Kurdistanê bikin û rê li ber projeyên Herêma Kurdistanê bigirin.

Lewma divê em herin Bexdayê da ku li wir astengî û rêgiriyan rakin, careke din hemû tiştî bixin ser rêya rast, pêwendiyên me yên bi aliyan re bihêztir bibin, destûr wekî xwe were bicihanîn û hemû mafên xelkê Kurdistanê bên misogerkirin.

Divê nûnerên PDKyê li Îraqê mafên hemû pêkhateyan û li xelkê zilmlêkirî biparêzin. Nûnerên me ew in ku li dû çespandina dadperweriyê ne.

Em bi awayekî şaristanî bangeşeyê dikin. Ez daxwazê ji we dikim ku hûn di asta partiyê de bangeşeyê bikin.”

“Ti kes nikare me rawestîne”

Mesrûr Barzanî li ser proje û karên Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî got:

“PDK serkêşiya wan hemû projeyên av û elektrîkê dike ku hatine pêkanîn û destkeft in.

Em dikarin serkeftinên zêdetir bi dest bixin û ti kes nikare me rawestîne.”