Ayhan Bayar piştî 31 sal û 6 mehan hat berdan

Hewlêr (Rûdaw) - Ayhan Bayarê ku berdana wî salek û 6 mehan hatibû paşxistin, piştî 31 sal û 6 mehên hat berdan.

Ayhan Bayar tevî ku dema cezayê xwe yê 30 salî, 14ê Nîsana 2024an temam kiribû jî berdana wî bi biryara Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgehê salek û 6 mehan hatibû bipaşxistin.

Duh derbarê Ayhan Bayar biryara berdanê hat dayîn û piştî biryarê, ew ji Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1ê ya Rihayê hat berdan.

Li gorî MAyê, piştî biryarê Bayar îro hat berdan û li ber girtîgehê bi girseyî hat pêşwazîkirin.

Malbata wî û Parlamenterên DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan û Ferît Şenyaşar jî di pêşwazîkirinê de amade bûn.

Piştî pêşwazîkirinê, Bayar bi malbata xwe re ber bi navçeya Silopiyayê ya parêzgeha Şirnexê ve bi rê ket.