Hewlêr (Rûdaw) - Li başûrê rojhilatê Kobaniya Rojavayê Kurdistanê di qezayeke trafîkê de 2 zarok mirin û 2 zarok jî birîndar bûn.
Qeza doh li nêzîkî gundê Dirfilêtê yê 45 kîlometreyan dûrî Kobaniyê, di navbera otomobîlek û motorsîkletekê de çêbû.
Li gorî agahiyên ji herêmê, di qezayê de xwişk û birayên bi navê Heyvîn Mehmûd Eliya 15 salî û Ehmed Mehmûd Eliyê 14 salî mirine.
Her wiha di heman bûyerê de pismamên wan, Xelîl Eliyê 12 salî û Îbrahîm Eliyê 13 salî jî birîndar bûne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse