Şingal (Rûdaw) – Hat zanîn ku hinek kes derbasî nav bajarê Şingalê bûne û kelûmelên welatiyan birine lê rastî mudaxeleya hêzên ewlehiyê hatine.
Peyamnêrê Rûdawê li Şingalê Eyûb Nisrî ragihand, rewşa Şingalê bi temamî aram e û hêzên Pêşmerge li derdora bajêr çeperên xwe qahîm kirine.
Eyûb Nisrî da zanîn ku duh li hinek kes çûbûn Şingalê û kelûmel û tiştên welatiyan biribûn lê rastî mudaxeleya hêzên ewlehiyê hatibûn.
Peyamnêrê Rûdawê her wiha got, ji bo ku pêşiya bûyerên wisa bên girtin dê hêzên polîs li nav bajêr bên bicîhkirin û yên ku kelûmelên welatiyan bibin dê bên cezakirin.
Peyamnêrê Rûdawê her wiha eşkere kir ku xelkê gundên başûrê Şingalê ku heta niha di destê DAIŞê de ne dixwazin derbasî devera di bin kontrola Pêşmerge de bin û got, duh 25 malbat ji wan gundan ji destê DAIŞê reviyabûn û ber bi deverên ku Pêşmerge lê hene, çûbûn.
Derheqê wan malbatan de jî Eyûb Nisrî got, ew malbatên ku reviyane, kurd û erebên misilman in û ji destê DAIŞê reviyane.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse