Pîrejina êzîdî behsa hovîtiyên DAIŞê dike

16-11-2015
Obêd Reşavayî
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Dihok (Rûdaw)- Piştî azadkirina Şingalê di nava 2 rojan de, 2 gorrên komî hatin dîtin. Pîrejinek dibêje, termê zarokên min di gorrekê ji wan herdu gorran de ne. Ew behis dike ku çawa çekdarên DAIŞê kurên wê li pêşiya çavê wan kuştin û bûk û keçên wê revandin.

Roja 14ê Mijdara 2015 û piştî rizgarkirina Şingalê bi rojekê, gorreke komî li nêzîkî Peymangeha Teknîkî ya Şingalê hat dîtin, ku termê 80 jin û pîrejinan tê de ye.

Rûdawê dîmenên wê gorê belav kir, ku tê de porê jinan diyar dibe, herwiha hin ji wan terman cilê jinan li wan e.

Roja piştre li dûriyana Giruzêr û li xala dawî ya Hêzên Pêşmerge, gorreke din a komî hat dîtin, tê gotin ku derdora 50 termî di wê gorrê de ye û hemû jî mêr in.

5 zarokên wê kuştin

Pîrejineke êzîdî bi navê Xezal Qasim, ku ji destê DAIŞê rizgar bûye, behsa roja êrişa DAIŞê li ser Şingalê û kuştina her 5 zarokên xwe û revandina bûk û keçên xwe dike.

Xezal Qasim dibêje, “Termê zarokên min di wê gorra komî ya li dûriyana Giruzêr de ne.”

Ew pîrejina êzîdî behsa êrişa çekdarên DAIŞê li ser Şingalê dike û dibêje: “Em li mala kurê min runiştî bûn. Em 7 mal bi hev re bûn. Min ji zarokên xwe re got ka em birevin, lê wana got tiştek tune ye, em naçin.”

Lê piştre DAIŞ qiyamet anî serê Şingalê. Xezal wiha dibêje: “Jin û mêr ji hev cuda kirin. Piştre keç ji jinan cuda kirin. Piştre xort û kal ji hev veqetandin.”

Xezal Qasim hewl da ku keçên wê jê nestînin, bi taybetî ya 10 salî, lê çekdarekî DAIŞê bi tivingê lê da û ew û pîrejin û kalên din re di odeyekê de asê kir û derî li wan girt.

Qasim wiha dibêje: “Her lê pêşiya çavê me serê feqîrekî jêkirin. Piştre kurên min yek bi yek kuştin. Derî li me vekirin û Keç û bûkên min revandin.”

Wê pîrejinê wiha pêde çû: “Min bi çavê xwe dî çawa kureke min kuştin. Yekî ji wan çekdaran ji yê din re got, ev birîndar e û hêj nemiriye, yên din lê vegerand û got ez piştrast im ku hemû kuştî ne, lê hema DAIŞiyekî din gule berda qirka wî kurê min û ew jî temam kir.”

Xezal Qasim dibêje: “Kurekî min ê din jî li gund birîndar bû, dema birin Şingalê, çekdarên DAIŞê li wir ew revandin û heta niha winda ye. Heta niha ez tiştekî li ser 5 keçê xwe nizanim.”

Wê jinê ji xwe re çend ajel xwedî dikir, lê çekdarên DAIŞê bi kuştina zarokên wê têr nebû û ajelên wê jî ji xwe re birin. Ew dibêje: “Yê ku ajelên min birin ez wî nas dikim, lê ew min nas nake.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst