AGIRÎ - Cotkaran dest bi komkirina kartolên mor kir

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Panosê ya parêzgeha Agiriyê dest bi komkirina kartolên mor hat kirin.

Li parêzgeha Agiriyê ya Bakurê Kurdistanê, sala borî cotkaran cara yekem li ser 7 donim erd kartolên mor çandin.

Îsal li gundên Pîrûmer û Hesendoliyê li ser 40 donim erd kartolên mor hatin çandin û cotkar ji berhemê razî ne.

Cotkar Mehmet Şah Evliyaoglu diyar kir ku ew dixwazin cureyên berhemên çandiniyê zêde bikin û got:

“Berhemekî cuda ye û em dixwazin cureyên berhemên çandiniyê zêde bikin.

Li herêma me bi giştî hûn dizanin genim, ceh û nefel tên çandin.

Me girîngî nedaye berhemekî din.”

Cotkar berî hatina berfê dixwazin kartolên xwe kom bikin da ku zererê nebînin.

Cotkarê bi navê Murat Ozgoren jî hêvî kir ku ew ji bo cotkarên din bibin mînak û anî ziman:

“Em kartolên mor berhem tînin û niha kom dikin.

Em dixwazin ji kesên din re bibin mînak û xelkê fêrî vê berhemê bikin ku ew jî biçînin.

Înşallah em dê berhemeke baş bi dest bixin.”

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hilberandina kartolên mor di 4-5 salên dawî de zêde bûye.

Kartolên mor zêdetir li herêmên bilind û hênik tên çandin.