Ji bo 7 parêzgehên Bakurê Kurdistanê hişyariya baranê
Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ji bo parêzgehên Colemêrg, Şirnex û Wanê hişyariya "koda zer" a baranê da.
Her wiha ji bo Riha, Bedlîs, Mûş û Sêrtê jî hişyariya baranê ya asayî hat dayîn.
Li gorî daxuyaniya Saziya Keşnasiyê dê li Riha, Bedlîs, Mûş, Sêrt, Şirnex, Colemêrg û Wanê baran bibare.
Her wiha li hinek herêmên bilind ên Bakurê Kurdistanê jî tê payîn ku berf û baran bi hev re bibarin.
Saziyê ji welatiyên li van parêzgehan xwest ku ji ber egera rabûna lehiyê û pirsgirêkên di çûn û hatinê de baldar bin û tedbîrên xwe bistînin.