Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Koreya Başûr li hev civiyan

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Balyozê nû yê Koreya Başûr ê Îraqê Lee Jong il pêşwazî kir.

Serok Nêçîrvan Barzanî ji bo destbikarbûna wî Balyoz Lee Jong il pîroz kir kir û hêviya serkeftinê jê re xwest.

Serokê Herêma Kurdistanê her wiha ji bo serkeftinê di erkê wî de soza hemû piştgirî û hevkariya Herêma Kurdistanê anî zimên.

Her du aliyan pêwendiyên Koreya Başûr ên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re gotûbêj kirin û bal kişand ser kar û çalakiyên kompanyayên Koreyî yên li Îraq û Herêma Kurdistanê.

Nêçîrvan Barzanî pesnê pêwendiyên dîrokî û hevkariyên Koreya Başûr ên ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê da.

Serokê Herêma Kurdistanê bi taybetî amaje bi rola Rêxistina KOICAyê kir ku di sektor û warên cuda de alîkariya Herêma Kurdistanê kiriye.

Her du aliyan di mijareke din a civînê de behsa serkeftina hilbijartinên Parlamentoya Îraqê û rewşa Herêma Kurdistanê û herêmê bi giştî kirin.