Li Colemêrgê pîkapek ji 150 metreyan ket Zapê: 2 kes mirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Colemêrgê, pîkapek ji bilindahiya 150 metreyan ket çemê  Zapê û 2 kes mirin û 2 kesên din jî birîndar bûn.

Hat ragihandin ku rewşa tenduristiyê ya 2 birîndaran giran e.

Li gorî agahiyan, li têketina Colemêrgê, pîkapeke ku nasnameya şofêrê wê nehatiye zanîn, ji bilindahiya 150 metreyan wergeriya û ket Çemê Zapê.

Li ser agahdarkirinê, gelek tîmên AFAD, UMKE, Lêgerîn û Rizgarkirinê yên Cendirmeyan, Tenduristiya Lezgîn a 112ê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîman bi bota ku danîn ser avê, xwe gihandin pîkapê.

Bi alîkariya karmendên AFADê û antrenorên raftîngê Ramazan Îlhan û Selçuk Tunç cama paşîn a wesayîtê aht şikandin û ji 4 kesên ku di pîkapê de asê mabûn 2 kesên hatin rizgakirin.

Bi alîkariya vîncê hatin derxistin

Piştre, bi alîkariya vîncê pîkap ji avê hat derxistin û 2 kesên din ên ku di wesayîtê de asê mabûn, hatin derxistin.

Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin nexweşxaneyê.

Lê Macît Dayan û Sitki Dayan tevî midexaleya bijîşkan mirin.

Her wiha, welatiyekî ku dîtibû pîkap wergeriyaye avê û ji bo alîkariyê xwe avêtibû nav avê, ew jî bi alîkariya tîman ji avê hat derxistin.