AMED - Kevneşopiyek zindî bû: Ardê xwe bîne nanê xwe bibe

Amed - (Rûdaw) - Nanpêjekî ji Amedê yê bi navê Nevzat Kar êdî karê xwe bi şewaza kevnar a pevguhertinê (teqas) dike.

Nevzat Kar li taxa Şehîtlikê ya navçeya Yenîşehîrê xwediyê firinekê ye û ew çar sal in li hemberî ard ango arvan nan dide xelkê.

Malbatên ku nikarin nanê xwe çêkin an jî jinên nexweş, ardê xwe tînin firina Nevzat Kar û ew jî li hemberî wî ardî nan dide mişteriyan.

Nevzat Kar ji bo her kîloyeke ard du nanan dide mişteriyên xwe.

Xelkê taxê ji vê sîstemê razî ne û dibêjin ku ev rêbaz ji wan re erzantir tê û ji kar û barên tenû û hevirkirinê jî xilas bûne.

Piştî vê înîsiyatîfê, gelek nanpêjên din ên Amedê jî dest bi heman xizmetê kiriye.

Xwediyê Firina Şehîtlîkê Nevzat Kar sîstema xwe wiha rave kir:

“Mişterî ardê xwe tîne vir, ti zehmetiyê nabîne. Ew rehet in, mînak 50 kîlo ard tînin ji 50 kîlo ard 150 nan çêdibe.

Ez ji wî 150 nanî 100 nanî didim wan, 50 nan jî ji min re dimîne. Ew 50 nanê ku ji min re dimîne jî heqê kirê karker, êzing û elektrîkê ye.

Yanî em bi wî 50 nanî bi zorê mesrefa xwe derdixin.”

Şêniyên taxê ji vê rewşê kêfxweş in. Niyazî Furkan jî got,“Mînak kesên ku nexweş bin û nikarin nan lêxin û 10 zarokên wan hebin, zehmet e ji bo wan lê ku ardê xwe bînin ard ji wan re erzantir û rihettir e.”

Şêniyê taxê Elî Demîr jî rewşa xwe wiha tîne zimên,“Berê tenûr hebûn. Em hatin Diyarbekirê jî me nan li tenûrê çêdikir. Niha jina min jî tune û tenûr jî tune.”

Mihemed Hadî Demîr jî got,“Îsal genimê min hebû, min bir aş û hêra. Min du torbe ard anî vir.”

Şêniyekî din ê taxê jî kêfxweşiya xwe wiha diyar kir, “Ev tiştekî baş e ji bo me. Em torbeyekî ard tînin, 100 nanî werdigirin. Bi vî awayî ji bo me erzantir e.”

“Ev sîstem ji em re baş e”

Mehmet Tosun jî balê dikişîne ser zehmetiyên jinan û got,“Hinek jin nikarin hevîr bikin, di teştan de nan hildin û deynin.

Hinek ji wan bi nexweşiyên dil, şekir û tansiyonê ne. Ji ber wê, ev der ji bo me pir baş e.

Em ard tînin datînin vir, ew ji me re nanê me lêdixin. Çi qasî pêwîstiya me hebe em tên nanê xwe distînin û dibin.”

Ger ev şêwaz wisa berdewam bike, dê bibe edeteke nû ya bajarvaniya serdema modern a Amedê.