Li Rihayê qalibê avahiyekê rûxiya: 2 karker mirin
Hewlêr (Rûdaw) – Li gundê Qisasê yê parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê qalibê avahiyeke yekqatî rûxiya û 2 karker mirin.
Bûyer li gundê Qisasê yê navçeya navendî ya Xelîliyeyê ya parêzgeha Rihayê qewimî.
Dema ku karker li gund dixebitîn, qalibê avahiyekê rûxiya.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, tîmên parastina sivîlan û cendirme çûn cihê bûyerê.
Tîman piştî nêzîkî saetekê her du karker ji bin qalib derxistin.
Tîman birîndar bi ambulansan birin nexweşxaneyê.
Tevî midaxeleya li nexweşxaneyê karkerên bi navên Sedat Kurt û Yakup Guneş mirin.