Li Sêwaz û Mûşê ji ber berfê rêyên 60 gundan hatin girtin
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Sêwaz û Mûşê yên Bakurê Kurdistanê, ji ber berf û pûkê rêyên 60 gundan ji çûn û hatinê re hatin girtin.
Hat ragihandin ku tîmên pêwendîdar dest bi xebatên vekirina rêyan kiriye.
Li Sêwazê rêyên 46 gundan hatin girtin
Li gorî daxuyaniya Îdareya Taybet a Sêwazê îro li herêmê berfeke zêde bariyaye û ji ber vê yekê rêyên 46 gundan hatine girtin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji bo vekirina rêyên girtî, tîmên erkdar hatine şandin û ji bo rewşên awarte yên wekî nexweş û jinên ducanî alîkarî tê dayîn.
Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê jî ragihand ku tê pêşbînîkirin ku dê sir û seqema li herêmê bidome.
Li Mûşê rêyên 14 gundan ji çûn û hatinê re girtî ne
Li Mûşê jî ji ber rewşa nebaş a hewayê rêyên 14 gundan hatin girtin.
Li deverên bilind ên bajêr berfa ku bi şev barî û bagera ku çêbû, di hatin û çûnê de bû sedema astengiyan.
Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajêr Şeyhmus Yentur daxuyand ku berf tevahiya şevê bariyaye û got:
"Ekîbên me li ser rêyan dixebitin. Ji bo ku xelk tengasiyê nekişîne em dê di demeke kin de rêyan vekin."