Hewlêr (Rûdaw) – Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamenterê Serbixwe yê Mêrdînê Ehmed Turk bû namzedê BDPê yê Şaredariya Mêrdînê.
Duh (15.12.2013) li bajarê Mêrdînê û hemû navçeyên wê hilbijartinên namzedên şaredariyan bo destnîşankirina namzedên hilbijartinên herêmî yên Tirkiyê hat lidarxistin.
Li navenda Mêrdînê, 7 kesan li ser namzediya şaredariyê hevrikî kirin: Ehmed Turk, Yuhanna Aktaş, Mahmût Bîngol, Osman Ozçelîk, Sebat Yildirim, Talat Seyhan û Mehmet Selîm Dag.
Ji bo hilbijartin namzedan, li navenda Mêrdînê 3 hezar û 835, li navçeya Qoserê hezar û 113, li Nisêbînê 807, li Dêrikê jî 466 delegeyan deng da.
Hat ragihandin ku Ehmed Turk herî zêde deng bidest xistiye û bi vî awayî bû namzedê Şaredariya Mêrdînê yê BDPê di hilbijartinên herêmî yên Tirkiyê de.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse