Dêrsim - PKK û çepên Tirk bi hev re şerê hêzên Tirk dikin!

16-12-2015
RÛDAW
A+ A-

 

Dêrsîm (Rûdaw) – Li Dêrsîmê operasiyona leşkerî ya li Newala Elîbogaziyê berdewam dike. Di encama şer û pevçûnan de efserek dewleta Tirkiyê birîndar û endamek TÎKKOyê jî canê xwe ji dest da.

Operasiyonên leşkerî yên dewleta Tirk yên li devera Bozan a ku dikeve destpêka Newala Elîbogazî, berdewam dike.

Li deverên, hêzên PKKê û rêxistina çepgir a bi navê TÎKKO hene. Ji duh ve devera navborî ji aliyê helîkopterên leşkerî ve tê bombebarankirin û ji bo operasiyona bejahî jî cî bi cî bi leşker tên veguhestin.

Peyamnêrê Rûdawê ragihand, di şerê duh de efserekî Tirk birîndar bû, îro jî şervanekî TÎKKOyê canê xwe ji dest da.

Newala Elîbogazî dikeve navbera sînorên qezayên Xozat, Pilûr û Çemîzgezekê. Devereke pir asê ye. Gundên li vê deverê piştî Komkujiya Dêrsîmê ya 1938an di salên 1990î de careke din hatin valakirin û êdî kes venegeriyaye van gundan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst