Mesrûr Barzanî pêşwazî li balyozê nû yê Kanadayê li Iraqê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Ulric Shannon, balyozê nû yê Kanadayê li Iraqê kir.

Serokwezîr Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr îro hevdîtinek li gel Ulric Shannon, balyozê Kanadayê li Iraqê encam da.

Di wê hevdîtinê de Mesrûr Barzanî, bi boneya destbikarbûna wî, pîrozbahî li Shannon kir û di erka wî ya nû de hêviya serkevtinê jê re xwest.

Herwiha Balyozê Kanadayê jî amadebûna welatê xwe bo hevkariya li gel Herêma Kurdistanê û Iraqê der birî, taybet jî di warê sûdwergirtina ji azmûna federaliyê li Kanadayê.