Hasan Ozguneş: Em ji bo navbeynkariyê amade ne
Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê HDPê yê Şirnexê aşkere dike ku ew amade ne şandekê bişînin Başûrê Kurdistanê bo navbeynkariya ragirtina şerê PKK û Pêşmerge. Endamekî serkirdayetiya PDKê jî ragihand ku deriyê wan bo giftugoyê vekiriye.
Şîrovekarê Serbazî û Siyasî Armanc Nêrweyî, Endamê Serkirdayetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Serbest Babîrî û Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Şirnexê Hasan Ozguneş beşdarî bernameya Bi Dema Duhokê ya Radyoya Rûdawê bûn ku mijara vê heftiyê aloziyên di navbera PKK û Pêşmerge de bû.
Di wê bernameyê de Armanc Nêrweyî ku ew bi xwe jî 10 salan di nav rêzên PKKê de maye, pêşniyazek li Hasan Ozguneş kir, bo ku bên û rola navbeynkariyê bigirin û şerê heyî rawestînin.
Li ser wê pêşniyazê, Hasan Ozguneş got, ew dê li gel serkirdayetiya HDPê biaxive û dê şandeke parlamenteran pêk bînin. Ozguneş tekez jî kir, ew amade ne bêne Herêma Kurdistanê û navbeynkariyê bikin bo ragirtina şer.
Endamê Serkirdayetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê Serbest Babîrî jî ragihand ku deriyê wan bo giftugo û aramkirina rewşê vekiriye.
Birîkarê Wezareta Pêşmerge Serbest Lezgîn, di kongreyeke rojnamevanî de li ser şerê şeva derbasbûyî yê di navbera Pêşmerge û PKK/YPGê de ragihand, ew destpêşxeriya şer nakin û naxwazin şer berdewam be û daxwaz ji aliyên niştimanperwer kir ku rola xwe bilîzin bo aramkirina rewşê.
Nêzikî 2 meh e li Herêma Kurdistanê alozî di navbera Pêşmerge û PKKê de zêde bûne, heta niha 6 caran şer di navbera aliyan de pêk hatiye û di encamê de 2 Pêşmerge şehîd bûne û 4 Pêşmerge jî birîndar bûne. Herî dawîn jî şeva derbasbûyî li Sihêla şer di navbera aliyan de rû da.