Di navbera Bakur û Rojhilatê Kurdistanê de navçeyeke bazirganiya azad tê vekirin
Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê bajarê Xoyê yê parêzgeha Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê diyar kir ku di navbera bajarê Xoyê û parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê de navçeyeke bazirganiya azad tê vekirin.
Nûnerê bajarê Xoyê Adil Necefzade îro li ser mijarê li Parlamentoya Îranê axivî.
“Bandoreke erênî li pêwendiyên Tirkiye û Îranê dike”
Nûnerê bajarê Xoyê Adil Necefzade got:
“Vekirina navçeyeke bazirganiya azad di navbera Xoy û bajarê Wanê de bandoreke erênî li pêşxistina pêwendiyên bazirganî û aborî yên Îran û Tirkiyeyê dike.”
Nûnerê Xoyê Adil Necefzade herwiha anî ziman:
“Li bajarê Xoyê balafirgeh, xeta trênê, navçeya pîşesazî, hêza kar a pispor û jêrxan heye.
Lewra li ser wan bingehan, vekirina navçeyeke bazirganiya azad ketiye bernameyê kar.”
Qeymeqamê berê yê Xoyê Mihemed Abidî, destpêka havîna sala 2018an gotibû:
“Hikûmetê vekirina navçeya bazirganiya azad xistiye bernameyê kar û biryar e heta dawiya salê yekalî bibe.”
Navçeyeke bazirganiya azad li parêzgeha Urmiyeyê heye, ew jî li bajarê Makûyê ye û dikeve navbera Azerbaycan û Bakurê Kurdistanê.
Di navbera Îran û Tirkiyeyê de pêwendiyeke bihêz a aborî û bazirganiyê heye.
Asta bazirganiya di navbera her du welatan de salane nêzîkî 13 milyar dolar e.