Hewlêr (Rûdaw) – Berpirsên parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê dibêjin, eger kêşe û pirsgirêkên gola Zirêbarê ya ku nêzîkî bajarê Merîwanê ye, neyên çareserkirin gol dê di nav 10 salan de bi tevahî zuha bibe.
Gola Zirêbarê ku nêzîkî bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê ye, mezintirîn gola ava şirîn ya cîhanê ye lê di van salên dawiyê de rastî qeyrana zuhabûnê hatiye. Heta niha hinek tişt bo çareserkirina kêşeyên golê hatine kirin lê berpirsê bername û pilanên parêzgeha Sine Erselan Ezharî, dibêje, ew gavên ku hatine avêtin têrê nakin.
Li gorî Ezharî gola Zirêbar li ber mirinê ye û ev jî tê wateya karesatek din e ku bi pêsîra jîngeha Rojhilatê Kurdistanê û bedewî û delaliyên Rojhilatê girtiye.
Erselan Ezharî, diyar dike ku qamîşên nav gola Zirêbar roj bi roj zêde dibin, eger ev rewş bidome heta 10 salên din gola Zirêbar namîne, her wiha çavkaniyên ava Zirêbarê jî kêm bûne ji ber ku niha ava ku dirije golê kêm bûye û divê ev çavkanî bên paqijkirin.
Gola Zirêbar 3 km dûrî bajarê Merîwanê ye û deverek girîng bo rakişandina tûrîstan e û yek ji seyrangehên navdar ên Rojhilatê Kurdistanê ye.
Ava golê hemû ji kaniyan derdikeve û qet ava çêm nakeve nav golê, ji ber wê jî xelk jê re dibêjin gola efsaneyî û tijî sirr û çîrok.
Li nav gola Zirêbarê, bi dehan zîndewerên avî dijîn her wiha cihê jiyana gellek corên balinde ye. Mirina gola Zirêbar nîşana guhertinek mezin di ekosîstema deverê de ye. Gola Zirêbarê di werza zivistanê de dibe bûz û diqerrise û ev jî dîmeneke bedew a din e.
Berpirsê bername û pilanên parêzgeha Sine, dibêje, bo rizgarkirina gola Zirêbarê hinek tişt hatine kirin, averoyên gundên derdora Zirêbarê hatine komkirin û tên parzûnkirin lê ev gav bo rizgarkirina golê têrê nakin.
Li gorî wî berpirsê parêzgeha Sine, divê gola Zirêbarê wek “zingav” di konvansiyona bajarê Ramserê yê Îranê de bê tomarkirin û him li nav welêt û him li derveyî welêt bûdceyek taybet bo rizgarkirina wê were terxankirin, ji ber ku eger Zirêbar wek zingav were tomarkirin dê rizgar bibe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse