Nûnerê Îlamê: Îlam gellekî dewlemend e lê hejartirîn parêzgeh e

17-01-2014
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) – Nûnerê parêzgeha Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê li Parlamentoya Îranê de, Omran Elî Mihemedî, diyar kir ku salane li Îlamê 9 milyon ton madeyên kanzayî û rojane 220 hezar bermîl petrol û bi hezaran metre kûp gaza sirûştî tê derxistin lê hîn Îlam belengaztirîn û paşketîtirîn parêzgeh e.

Li gorî malpera fermî ya Îranê, nûnerê Îlamê li parlamentoya Îranê Omran Elî Mihemedî, di civîna roja 15ê Çileya îsal a parlamentoyê de li ser rewşa parêzgeha Îlamê axaftinek kir û diyar kir ku li parêzgehê 12 core madeyên kanzayî hatine naskirin û ragihand, parêzgeha Îlamê di warê hebûna çavkaniyên binerd û sirûştî de gellekî dewlemend e.

Omran Elî Mihemedî, anî ziman ku salane li Îlamê 9 milyon ton madeyên kanzayî her wiha rojane 220 hezar bermîl petrol û bi hezaran metrekûp gaza sirûştî tê derxistin lê ji ber xemsariya hikûmetê parêzgeha Îlamê hejartirîn parêzgeh e.

Elî Mihemedî ji rayedarên hikûmetê xwast, li gorî wan dewlemendiyên parêzgehê girîngiyê bidinê da ku pirsgirêka bêkariyê û hejariyê li parêzgehê nemîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst