Berfê li Bakur rêyên gundan girt

 

Navenda Nûçeyan - Barîna berfê ya li Bakurê Kurdistanê bandora xwe zêde kir, li Elezîzê rêya 367 gundan, li Mûşê jî rêya 58 gundan hat girtin.

 

Ji ber berfa duhî li bajarên Bakurê Kurdistanê zêde barî, tîmên rêvekirinê bênavbir li se rêyên Elezîz-Amed, Elezîz-Çewlik û Elezîz-Meletî xebatin.

 

Sekreterê Giştî yê Rêveberiya Taybet yê Mûşê Şehmûs Yentur diyar kir ku rêyên 363 gund û 250 mezreyan ku hatibûn girtin, vekirine û îro dîsa rêya 58 gundan li çûnûhatinê hatine girtin.

 

Yentur got ku li deverên bililnd ba û firtone heye û texmîn dikin dê hêj bandorê li ser rêya gellek gundan bike.