Banga Bremen daxwaza yekrêziya Rojavayê Kurdistanê dike

 

Hewlêr (Rûdaw) - Banga hejmarek çalakvan û rojnemevanên Kurd ya bi navê Banga Bremenê ji bo diyaloga di navbera aliyên Rojavayê Kurdistanê de bûye cihê karvedanên cuda.

 

Aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê helwest û nerînên xwe di derbarê wê bangê de diyar dikin.

 

Endama Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Fesla Yûsif dibêje ku ew piştgiriya bangewaziyê dikin, lê tu hêviyên wan tune ne ku TEV-DEM bersiva erênî ji bo vê bangewaziyê bide.

 

Serkirdeyekî Rêvberiya Xweser jî dibêje ku li gorî rewşa siyasî ya tevgera kurdî li Rojavayê Kurdistanê wê gelekî zehmet e ku ev bangewazî armancên xwe pêk bîne.

 

Ji aliyê din ve, Partiya Pêşverû, bi daxuyaniyekê piştgirya xwe ji bo bangewaziyê ragihandibû, û bi gotina Endamê Polîtburoya Partiya Pêşverû Ehmed Berekat Yekitiya tevger Kurdî di vê qunaxa dîrokî de gelekî girîng e.

 

 

Serkirdeyê Hevbendî Emced Osman jî dibêje ku wan bi xwe gelek despêşxerî ji bo yekrêziya tevgera siyasî ya Kurdî pêşkêş kirine, lewma ew bi hemû hêza xwe piştgiriya bangewaziyê dikin.

 

Ji sala 2013an ve, gelek hewl ji bo yekrêziya aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê hatine dayin, lê heta nuha cudahî berdewam e.