16 Photos
Bi barîna berfê re bi sedan geştyar berê xwe didin Çiyayê Korekê ku demeke xweş lê derbas bikin.
Hejmareke zêde ya geştyaran, beşek ji wan li gel malbatên xwe tên binarê Çiyayê Korekê û bi rêya teleferîkê xwe digihînin serê wî çiyayê ku bûye navendeke geştyariyê.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji sala 2013an ve weke beşek ji vejandina kerta geştyariyê, navçeya geştyariyê ya Çiyayê Korekê li ber geştyaran vekiriye.