Ozçelik: Hilbijartina dersa Kurdî dê rêya mafê perwerdeya bi Kurdî xweştir bike

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Ozçelîk dibêje hilbijartina dersa Kurdî dê rêya mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî xweştir bike.

Serokê Giştî yê PAK Mustafa Ozçelîk derbarê dersa bijarte de gotarek nivîsand û tê de gotara xwe de amaje bi wê yekê dike ku bi tenê qebulkirina dersa bijarta ya Kurdî ji bo 25 milyon Kurdên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê dijîn de neheqiyeke mezin e, û divê ji destpêka damezrandina Komara Tirkiyê ve mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî  hatiba qebûlkirin.

Gotara Mustafa Ozçelîk wiha ye:

“Di dibistanên li Tirkiyê û li Kurdistanê de, di polên 5,6,7 û 8an de mafê malbatan heye ku wek dersa bijartî, ji bo zarokên xwe dersa Kurdî ( Kurmancî, Kirmanckî/Zazakî) bibijêrin.

Heta roja 21ê Çileya Paşîn (21.01.2022) zarok dikarin dersa bijartî ya Kurdî bibijêrin.

Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyê di îlona 2012ê de biryarek girt û di sîstema perwerdeyê de hinek guhertin çêkir da ku kesên bixwazin bikaribin wek dersa bijartî, zimanê Kurdî bibijêrin.

Helbete ku bes wek dersa bijartî qebûlkirina zimanê  Kurdî, di eslê xwe de neheqiyeke mezin e ku li  25 milyon  Kurdên li Bakurê Kurdistanê û li Tirkiyê dijîn tê kirin. Dewleta Tirkiyê ji damezrandina xwe ve heta îro diviyabû bi kêmanî perwerdeya bi zimanê Kurdî  qebûl kiribûya.

Gava  em dibînin ku Dewleta Tirkiyê li gel  biryara dersa bijartî, hîna jî di Qanûna Bingehîn û hemû qanûn xwe de Kurdî qebûl nekiriye û li gel hemû kêmasiyên bicîh anîna dersa bijartî jî,  ji bo rê li qebûlkirina  zimanê Kurdî vebe û ji bo bi îmkanen dewletê zarok bikaribin Kurdî fêr bibin, biryara dersa bijartî biryareke baş e.

Ji ber kiryarên nîjadperestan û yên Dewleta Tirkiyê malbat ditirsin ku dersa Kurdî hilbijêrin

Her çiqas wek mafekî, dersa bijartî ya Kurdî  ji aliyê Dewleta Tirkiyê ve hatibe qebûlkirin jî, lê em dibînin ku gelek malbatên Kurdan, ji ber sebebên cuda cuda  ditirsin an teredut dikin  ku zarokên xwe li dersa bijartî qeyd bikin.

Piştî ku di Tîrmeha 2015ê de careke din şer destpêbû, li nav bajaran şerê xendek û barîkatan rûda. Paşê,  hewla kodetayê (darbeya eskerî) şikest xwar, rewşa awarte hate îlankirin. Sîstema Serokatiyê di referandûmê de hate qebûlkirin, rewşa awarte êdî bû rewşeke daîmî. Bi hezaran kes ji ber xebatên xwe yên siyasî, ji ber fikir û çalakiyên xwe hatin hefskirin, rû bi rûyî lêpirsînîn yasayî bûn, ji kar hatin avêtin, bi hezaran kes mecbûr man dikanên xwe bigirin, ji cîh û warên xwe koçber bûn. Dewleta Tirkiyê bi awayekî hişktir û vekirîtir, hemû siyaset û gotarên xwe li ser dijayetiya Kurdan meşand.              

Vê rewşa nû  tirs û bêhêvîtiyeke mezin di piraniya civatê de çêkir. Di lêxwedîderketina zimanê Kurdî û nasnameya Kurdî de, di beşdariya girseyan a di çalakiyên siyasî û sivîl de sistayî û şikesteke berbiçav rûda, girse ji piraniya çalakiyan dûr ket.

Herwiha aşkereye ku, gelek kes ji ber Kurdbûna xwe, ji ber lêxwedîderketina nasnameya Kurdî û zimanê Kurdî, ji aliyê Dewleta Tirkiyê ve rû bi rûyî gelek êrîş, neheqî, ceza û ji kar dûrxistinan  dibin. Vê yekê jî di gelek kes û malbatan de tirsek peyda kiriye ku, gava li zimanê xwe û li nasnameya xwe xwedî derkevin dê bibin hedefa êrîşên dewletê, dê dayik û bav ji kar bêne avêtin, dê zarok rû bi rûyî êrîşên nîjadperestan û êrîşên hêzên ewlekariyê yên dewletê bibin.

Di gelek malbatan de qenaeteke weha heye ku, gava zarokên wan li Kurdî û li nasnameya Kurdî xwedî derkevin dê navê wan di lîsteya reş a dewletê de bêne qeydkirin û dê ji aliyê dewletê ve ji gelek mafên xwe bêpar bêne hiştin.

Ev hemû qenaet û tirs û teredutên malbatan jî sebebên xwe yên maqûl hene.

Dewleta Tirkiyê bi şêweyên cuda cuda, van hemû êrîş, neheqî , ablûqa, tirs û xofan li ser malbatan çê dike.

Li gel van êrîş û tirsên ku ji dewletê peyda dibin, gelek malbat di wê fikrê de ne ku, dibêjin qey gava  zarokên wan bi Kurdî bixwînin, dê di dersên xwe yên bi tirkî de  ne serkeftî bin, dê li dûv hevalên xwe bimînin, dê nikaribin zanîngeheke baş kar bikin.

Di demeke ku mirov ji ber Kurdbûna xwe têne kuştin,  rû bi rûyî êrîşên dewletê û êrîşên nîjadperestan dibin, ji karê xwe têne avêtin, heqaretên nemirovane lê têne kirin de; helbete ku divê em ji aliyê însanî, ji aliyê psîkolojîk, ji aliyê aborî û ji aliyê civakî ve van tirs û teredutên  malbatên Kurdan fêhm bikin, divê em bi empatî û aqilekî sakîn li meseleyê binerin.

Helbete  gava ku em ji bo dersa bijartî ya Kurdî bangî malbatan dikin , divê em van hemû rastiyan jî bidin ber çavan û herweha em bang li Dewleta Tirkiyê bikin ku sebeb û bingehên hemû van tirsên malbatan jî ji holê rakin. Divê di vê derbarê de jî hevgirtineke me ya xurt hebe.

Li gel hewla şikandina van tirs û teredutên peyda bûyî, divê em bikaribin bi malbatên Kurdan baş bidin fêhmkirin ku dersa bijartî mafeke ku ji aliyê dewletê ve hatiye qebûlkirin û bijartina dersa Kurdî tu pirsgirêkeke yasayî ji wan re dernaxe.

Herwiha divê em bikaribin bi malbatên Kurdan baş bidin fêhmkirin ku, zarokek dikare 3,4 zimanan bi hevre fêr bibe û ferbûna zimanê Kurdî ji xwendin û pêşketina zarokan re, ji bidest xistina beşeke  unîwersîteyê re bi tu awayî ne asteng e. Di eslê xwe de, ji aliyê zanistî ve hatiye îspatkirin ku,  zarokekî bi zimanê xwe yê dayikê bizanibe û perwerde bibîne hîna serkeftîtir e.

Ji ber vê rastiyê jî, bi taybetî li bajarên Kurdistanê hêjmara malbatên ku dersa Kurdî  bijêrin, çiqasî  zêde bin, dê ev tirs û teredut jî zêdetir bişkên, dê bijartina dersa Kurdî girseyî û normalîzetir be, dê bi çend kesan hidûdkirî nemîne, dê Dewleta Tirkiyê jî zêdetir mecbûr bimîne ku pêwîstiyên dersa bijartî bicîh bîne û astengî, êrîş û zextên xwe kêmtir bike.

Dewleta Tirkiyê pêwîstiyên mafê bijartina dersa Kurdî  bicîh nayne

Li gel biryara mafê dersa bijartî jî, Dewleta Tirkiyê ji aliyekî ve  bi kiryarên xwe yên aşkere û yên veşartî tirsekê li ser malbatan çêdike; lê ji aliyê din ve jî  ji îlona 2012ê heta îro pêwîstiyên mamoste û bingehê teknîkî û bingehê yasayî, weşanî, civakî û psîkolojîk yên dersa bijartî bicîh neaniye. Malbatên ku dixwazin zarokên xwe li dersa bijartî qeyd bikin, rû bi rûyî van astengiyan dibin: 

1-Li gelek dibistanan formên dersa bijartî tune ne.

2- Li gelek dibistanan,  di formên dersa bijartî de zimanê Kurdî (kurmancî, kirmanckî/zazakî) tuneye.

3-Li gelek dibistanan,  ji ber  heta ku 10 xwendevan dersa Kurdî nebijêrin mamosteyê Kurdî nayê tayîn kirin, li gelek dibistanan 9 kes jî daxwaz bikin,  pola dersa Kurdî naye vekirin.

4-Li gelek dibistanan, gava 10 zarok Kurdî wek dersa  bijartî dibijêrin jî, rêvebiriyên dibistanan dibêjin ‘’mamosteyê me tune ye’’.

Gelek astengiyên bi vî rengî jî, rê li ber bijartina dersa Kurdî digirin.

Kurd jî di hilbijartina dersa Kurdî de sist in          

Weke ku li jorê me behs kir, li gel astengiyên ku ji Dewleta Tirkiyê peyda dibin, di bijartina dersa Kurdî de, ji ber sebebên cuda cuda sistî û qelsiyeke mezin di aliyên Kurdan de jî heye.

Tirs, teredut, qelsî û sistiyên malbatan li aliyekî; mixabin helwestên siyasetmedar, rewşenbîr û nivîskaren Kurdan jî, bûye sebebeke esasî ku, hêjmareke kêm dersa Kurdî bibijêrin.

Heta îro partiyên Kurdan û partiyên ku ji Kurdan dengan distînin û  dezgehên sivîl û dezgehên meslekî û rewşenbîr, siyasetmedar, nivîskar, hunermend, alimên olî yên Kurdan girîngiya pêwîst ya ku diviyabû bidana dersa bijartî ya Kurdî , mixabin nedanê.

HDP,  îro piştgiriyê dide dersa bijartî ya Kurdî, ev jî helwesteke erênî û baş e. Lê cîhê balê ye HDP ya ku dengê bi milyonan Kurdan digire jî , hinek siyasetmedar, rewşenbîr û nivîskarên Kurdan jî, di destpêka vê biryarê de, ji sala 2012ê heta çend salên vê dawiyê, li himberî dersa bijartî helwest girtin;  gotin `Ev gaveke paşdemayî ye, tune hesibandina mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî ye’, gotin ‘Ev meşrû kirina sîstema asîmîlasyonê ye’. Û bi van nêrînên xwe,  li himberî dersa bijartî ya Kurdî helwest girtin, nehiştin malbat dersa Kurdî bibijêrin. Vê helwesta xelet jî tesîreke neyênî li girseyê kir û bi milyonan Kurd di bijartina dersa Kurdî de sist man.           

Bi taybetî di salên 2013-2015ê de, di dema ku şer rawestiya bû, atmosfereke nerm, hêsan û ji tirsê dûr  hebû. Ev helwesta astengkar, êrîşker û li dijî Kurd a ku Dewleta Tirkiyê îro dimeşîne,  di wê demê de ne di asta ya îro de bû. Heger di wê demê de çi partiyên Tirkiyeyî, çi yên îslamî û çi jî yên Kurd û Kurdistanî wek ku pêwîste piştgiriya dersa bijartî ya Kurdî kiribûna; dê îro rewş gelekî baştir bûya, malbatan hîna bi hêsanîtir dê dersa Kurdî bijartana, dê bi dehhezaran zarok Kurdî fêr bibûna, dê nuha bi hezaran  mamosteyên Kurdî hebûna, dê bazereke mezin a pirtûkên Kurdî çêbibûya. Vê yekê dê  tesîreke mezin a baş û erênî  li beşên TV, radyo û  ragihandina Kurdî bikira, dê di beşên cuda cuda yên tîcaretê de tesîreke mezin di bikaranîna Kurdî jî bikira

Dersa bijartî li ber mafên meşrû yên miletê Kurd ne asteng e, bilekis piştgirê hestên miletbûnê ye

Helbet ku di hebûna dewleta Kurdistanê de, di dema ku miletê Kurd li ser axa welatê xwe bi statuyeke milî, siyasî, coxrafî xwe îdare bike de, zimanê Kurdî herî baş dikare wek zimanê perwerdeyê û wek zimanê jiyanê qîmeta xwe ya eslî  bibîne.

Helbete ku mafê fermîbûna zimanê Kurdî û perwerdeya bi zimanê Kurdî mafekî herî esasî, meşrû, netewî, însanî yê miletê Kurd e.

Helbete  daxwaza  ku dibêje ‘Bila dersa zimanê Kurdî li cîhên ku Kurd lê zêdetir in, bibe dersa mecbûrî, ne ya bijarte’ jî daxwazeke meşrû ye.

Helbete  daxwaza ku dibêje ‘Bila dersa bijarte ji beriya pola yekem, ji dibistana baxçeyê zarokan heta dawiya pola 12ê hebe’ , daxwazweke meşrû û rast e.

Helbete daxwaza ku em ji Dewleta Tirkiyê re bêjin ‘Hemû pêwîstiyên mamoste, pirtûk, dibistan, pol û hemû pêwîstiyên teknîkî, civakî, psîkolojîk yên dersa bijartî ya Kurdî bicîh bîne’; daxwazeke rast, meşrû û di cîh de ye.

Helbete  daxwaza ku em ji Dewleta Tirkiyê re bêjin ‘Ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û bibe zimanê perwerdeyê Dewleta Tirkiyê divê demildest  gavên pêwîst bavêje, di Qanûna Bingehîn û di hemû Qanûnên Dewleta Tirkiyê de guhertinên pêwîst bicîh bîne’ ; daxwazeke rast, meşrû û di cîh de ye.

Helbete ku divê em bi hemû îmkanên xwe ve van gavên li xwarê bicîh bînin:

--Kurdên ku bi Kurdî nizanin, divê hemû îmkanên xwe seferber bikin da ku fêrî Kurdî bibin.

--Hemû Kurdên ku bi Kurdî dizanin, li nav malê, li kolanan, li sûkê, li dibistanan, di karên xwe de, di jiyana rojane de, di tîcaretê de, divê zimanê Kurdî bikin zimanê xwe yê esasî yê jiyanê.

--Hemû  partiyên siyasî,  dezgehên sivîl , TV, radyo û rojnameyên Kurdan; hemû siyasetmedar, nivîskar   rewşenbîr û hunermendên Kurd, divê Kurdî bikin zimanê xwe yê esasî yê siyasetê, yê nivîsandinê, yê çalakiyên dezgehên xwe û rewşenbîrî û hunerî.

--Hemû  partiyên siyasî, dezgehên sivîl, TV, radyo û rojnameyên Kurdan, karsazên Kurdan, hemû serok belediyeyên Kurd, potansiyela dîasporayê ya Kurdan,  bi awayekî fiîlî û li ser Platformên Digital ji bo Kurd bikaribin fêrî Kurdî bibin divê hemû îmkanên xwe seferber bikin, projeyan çêbikin, dibistanan, kûrsan, dezgehan û amûran damezrînin, vekin.

Lê li gel van hemû gav, rastî, daxwaz û tesbîtên meşrû, pêwîst û di cîh de ne; bêyî şik,  divê em bi hemû îmkanên xwe ve lêbixebitin ku malbatên Kurdan ji bo zarokên xwe dersa bijartî ya Kurdî bibijêrin.

Divê tu sebep nebe asteng ku, ev hewl û xebat û helwesta bijartina dersa Kurdî qels bibe, bişkê; divê em hewlbidin ku herî zêdetir  kes beşdarî  bijartina  dersa Kurdî  bibin.

Bijartina dersa Kurdî;

--Lêxwedîderketina zimanê Kurdî ye,

--Xurt kirin û berfireh kirina fêrbûn û axaftina bi zimanê Kurdî ye.

--Şikandin û lawaz kirina  tirs û ablûqa û êrîşên pir alî yên li ser zimanê Kurdî ye.

--Rêlêxweşkirina mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî ye.

--Geş kirin û pêşdebirina hest û bîr û hişmendiya neteweyî ye.

Îro, ji bo dersa bijartî ya Kurdî , yekgirtineke xwezayî ya piraniyeke mezin a aliyên Kurdan çêbûye

Di şerdên heyî de, li gel hemû astengî, rêlibergirtinên aşkere û veşartî jî desthilatdariyê biryara xwe ya dersa bijartî ya Kurdî ji holê ranekiriye û bi awayekî sist be jî rayedarên hikûmetê piştgiriya xwe ji dersa bijartî nîşan didin.

Di astên cuda cuda de bin  û ne pir aktîf bin  jî, piraniya partiyên  mixalefetê yên Dewleta Tirkiyê jî piştgiriya dersa bijartî ya Kurdî dikin.

Hema hema hemû partiyên ku xwe wek partiyên tirkiyeyî û partiyên îslamî terîf dikin  û ji Kurdan dengan digirin,  di astên cuda cuda de piştigriya dersa bijartî ya Kurdî dikin.

Hema hema hemû  partî, rêxistin, hereket , dezgeh û aliyên Kurd û Kurdistanî bi awayekî germ piştgiriya dersa bijartî ya Kurdî dikin.

Ev jî ji bo bijartina dersa Kurdî zemînê xweştir û asantir dike.

Di dîroka Kurdan de, fikir, siyaset,  dîn, mezheb û karê wî/wê çi dibe bila bibe, li ser mijarekê kêm caran hema hema hemû Kurd bi vî rengî  bûne yek . Ev jî helwest û yekgirtineke dîrokî ya Kurdîniyê ye. Hevgirtineke xwezayî ya miletbûnê ye. 

Heger bi awayekî zana, bi sebir , bi asoyeke dûrbînî , bi hişyarî û bi hişmendiyeke neteweyî û çêker em tevbigerin, ev yekgirtina dikare wek pêlekê hêdî hêdî bi xwe re yekgirtinên jê hîna mezintir jî bîne.

Ev yekgirtina ji bo dersa bijartî ya Kurdî çêbûye, dikare rê ji yekgirtineke berfireh ya  li ser daxwazên acîl ên miletê Kurd jî veke. Heger em wek aliyên neteweyî, niştimanî  xebateke ku hûnandina hevkariya  piraniya Kurdan ji xwe re bikin  armanc û li gorî wê tevbigerin; ev yekgirtina ji bo dersa bijartî ya Kurdî  çêbûye,  ne dûre ku ji  bo daxwazên acîl ên miletê Kurd jî bê ava kirin.

Divê em bi hemû îmkanên xwe ve seferber bibin, da ku zarokên Kurdan  dersa Kurdî bibijêrin.”