Li Bakurê Kurdistanê hewlên vekirina rêyan berdewam in

Hewlêr (Rûdaw) - Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê, di van çend rojên dawî de zivistan dijwartir bûye û barîna berfê zêde bûye. Herwiha li çend parêzgehan bi şevan pileya germê heta 28 pileyan dadikeve bin sifrê.

Yek ji wan parêzgehan jî  Wan e. Walîtiya Wanê ragihand ku ji ber berf û pûkê rêya 90 gundan hatiye girtin û tîmên şaredariyê û ên rê û banan, ji bo paqijkirina rêyan berdewam kar dikin û welatî jî hewil didin bi derfetên xwe pêş malên xwe vedimalin ji bo asê nemînin.

 Operatorê makîneya berf paqijkirinê Cemil Tekçe dibêje: “Ez operatorê vê makîneya berfpaqijkirinê me. 24 demjimêran em li ser rêyane. Em hemû rêyên gund û navçeyên sînor paqijdikin.”

Li navçeyên Qelqelî û Westanê ser bi parêzgeha Wanê ji ber berfa zêde dibistan bo dema rojekê hatin girtin û bo karmendên kêmendam û ducanî dê wek mohlet bê qebûlkirin û naçin saziyên lê dixebitin.

Cemil Tekçe herwiha got: “Tîma me ev 6 roj in li ser rêya ne û bo zehmetiyên çûnûhatinê bi dawî bibin em li ser karê paqijkirinê berdewam in.”

Li gelek parêzgehên Bakurê Kurdistanê ev demeke ku berfê destpê kiriye û bandoreke nerênî li jiyana rojane ya welatiyan dike. Li gor agahiyên Walitiyan, bi giştî nêzîkî hezar û 500 rêyên gund û gundikan hatine girtin û kar û xebatên paqijkirina van rêyan berdewam in.