Li Mêrdînê termên 2 zarokan di golê de hatin dîtin
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Şemrexê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê, termên 2 zarokên ku winda bûbûn di goleke avê de hatin dîtin.
Malbata D.E.yê 9 salî û A.E.yê 7 salî yên ku li taxa Meşeliyê ya Şemrexê dijîn doh ji saet 16:30î ve agahî ji zarokên xwe wernegirtin û aliyên pêwendîdar agahdar kirin.
Li ser vê yekê, tîmên cendirme, AFAD û tîmên tenduristiyê çûn herêmê û dest bi xebatên lêgerînê kir.
Tîm di dema xebatan de li berava goleke avê ya li taxê rastî şopên lingan hatin.
Hat tesbîtkirin ku ji ber hewaya sar, beşeke qeşaya li ser rûyê golê şikestiye.
Tîmên bin avê ketin golê û termên her du zarokan dîtin.
Termên zarokan ji bo otopsiyê rakirin nexweşxaneyê.