Mesrûr Barzanî û Tom Barrack li Hewlêrê civiyan

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi Nûnerê Amerîkayê yê ji bo Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack re civiya.

Civîna Mesrûr Barzanî û Tom Barrack îro li Pîrmamê hat lidarxistin.

Konsula Giştî ya Amerîkayê ya li Hewlêrê Wendy Green jî beşdarî civînê bû.

Ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand ku di civînê de behsa rewşa giştî ya herêmê, pêwendiyên Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal û welatên cîran hatiye kirin.

Tekezî li mafên destûrî hat kirin

Li gorî daxuyaniyê, her du aliyan tekezî li ser çareseriya aştiyane ya pirsgirêkan û parastin û rêzgirtina li mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê kir.

Serok Barzanî jî pêşwaziya wî kir

Her îro, Serok Mesûd Barzanî jî pêşwaziya Tom Barrack kir û wan hevdîtinek pêk anî.

Serok Barzanî di wê civînê de ragihand, "Pêwîst e di paşeroja Sûriyeyê de mafên gelê Kurd werin garantîkirin."