Asayîş: Bajarokê Mensûrê nehatiye girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Ewlehiya Hundirîn (Asayîş) a Rêveberiya Xweser derbarê rewşa bajarokê Mensûr û Tebqayê de daxuyaniyek da Rûdawê.

Asayîşê red kir ku Mensûra hatibe girtin û ragihand ku Artêşa Ereban Sûriyeyê bi rêya eşîran alozî derxistiye.

Asayîşê ji Rûdawê re piştrast kir ku bajarokê Mensûrê nehatiye girtin û hîn di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye.

"Mensûr nehatiye girtin"

Li gorî zanyariyên Asayîşê, Artêşa Ereban a Sûriyeyê bi rêya sê eşîrên Ereb ên li herêmê alozî derxistine.

Hêzên Asayîşê midaxele kiriye, ew belav kirine û li bajarokê Mensûrê qedexeya hatûçûnê ragihandiye.

Êriş û şehîd

Asayîşê da zanîn ku Artêşa Sûriyeyê bi hawanan Navenda Asayîşê ya li Tebqayê topbaran kiriye û di encamê de tenê ziyanên madî çêbûne.

Her wiha di topbarana li ser navendeke HSDyê ya li nêzîkî Mensûrê de 2 şervan şehîd ketine û hejmarek şervan jî birîndar bûn.

Rewşa balafirgehan

Derbarê rewşa balafirgehên leşkerî de jî Asayîşê ragihand ku Balafirgeha Leşkerî ya Tebqayê nehatiye girtin lê Balafirgeha Leşkerî ya Cedayê hatiye girtin.