HSD: Şamê peyman bin pê kirin û hewl dide kaosê derxe

Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Fermandarê Ceyş El-Siwar Ebû Elî Bered di daxuyaniyeke taybet de ji Rûdawê re behsa rewşa dawî ya meydanî ya şerê di navbera hêzên wan û hêzên hikûmeta Şamê de kir.

Bered ragihand ku pevçûn berdewam dikin û hikûmeta Şamê peyman bin pê kirine û hewl dide li herêmên Ereban "aloziyan derxe."

Ebû Elî Bered li ser rewşa dawî ya eniyên şer got:

"Hîn jî şer û pevçûn li deverên sînorê îdarî yê di navbera parêzgehên Heleb û Reqayê, derdora Balafirgeha Tebqayê, hinek deverên gundewarê rojavayê Tebqayê û deverên başûrê rojhilatê Reqayê berdewam dikin."

Binpêkirina peymanan

Alîkarê Mezlûm Ebdî derbarê wan bajarên ku jê vekişiyane wiha axivî:

"Peyameke zelal a General Mezlûm Ebdî hebû ji bo vekişîna ji bajarên Dêr Hafir û Meskeneyê heta sînorê îdarî yê di navbera parêzgeha Heleb û Reqayê de, lê belê hikûmetê binpêkirin kir û ji peymanê derket.

Hikûmet hewl dide ber bi hemû wan deveran ve bi pêş ve were ku dikevine başûrê rojavayê Feratê, ev jî binpêkirina peymanê ye."

Li kîjan eniyan şer heye?

Ebû Elî Bered diyar kir, "Niha li hinek deverên rojavayê Feratê yên li sînorê îdarî yê parêzgeha Reqayê pevçûn hene lê Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi lehengî rûbirûyê van pevçûnan bûn.

Pêwîst e were zanîn ku hikûmetê hemû cureyên çekên giran, top, mûşek û dronên 'Şahîn' bi kar anîne."

"Ti peyman ji bo vekişîna ji Dêrezor û Reqayê nîne"

Di bersiva pirsa 'Gelo peymanek ji bo vekişîna HSDyê ji Dêrezor û Reqayê heye?' de, Ebû Elî Bered bi zelalî ragihand ku "qet ti peymanek" di navbera Şam û HSDyê de nîne derbarê vekişîna ji Dêrezor an Reqayê.

"Hewldana derxistina tevliheviyê"

Alîkarê Mezlûm Ebdî hişyarî da û got:

"Mijareke gelekî girîng heye; hikûmet hewl dide fitne û aloziyê bixe nav bajar û parêzgehên bakurê rojhilatê Sûriyeyê, bi taybetî ew deverên ku piraniya wan eşîrên Ereb in. Vê yekê bû sedema derketina alozî û karên têkderiyê."

Bered her wiha da zanîn, "Şaneyên veşartî yên ser bi rêxistina DAIŞê" û yên ser bi hikûmetê, "li bajarokê Mensûrê ketin tevgerê û ev yek bû sedema kuştin û birîndarbûna hejmarek welatiyên sivîl li ser destê wan şaneyan."

Ebû Elî Bered di dawiyê de got, "Piştre hêzên HSDyê midaxele kir ji bo sepandina ewlehî û aramiyê li deverê û niha aramî li wê herêmê serdest e."