Rêveberiya Xweser bersiv da ‘biryarnameya’ Ehmed Şer
Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser bersiv da biryarnameya Serokkomarê demkî ya Sûriyeyê Ehmed Şer a li ser mafên Kurdan.
Serokkomarê demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer li ser Newroz, nasname û zimanê Kurdî biryarnameyek îmze kir ku 21ê Adarê Cejna Newrozê wekî betlaneya fermî hat qebûlkirin, zimanê Kurdî wekî zimanê niştimanî hat naskirin, dê mafê hemwelatîbûnê bidin hemû Kurdên ku li Sûriyeyê dijîn.
Rêveberiya Xweser tekez kir ku maf bi biryarên demkî nayên parastin, bi destûreke daîmî tên misogerkirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku derxistina biryarnameyan, nikare bibe garantiyeke rastîn a mafên civakên Sûriyeyê, heta ku nebe beşek ji çarçoveyeke destûrî ya berfireh.
"Pêdivî bi destûreke demokratîk heye"
Rêveberiya Xweser bi referansa Peymana xwe ya Civakî destnîşan kir ku pêdivî bi nivîsandina destûreke demokratîk a piralî heye ku mafên hemû pêkhate û baweriyan biparêze.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em cihêrengiyê wekî çavkaniya hêz û bedewiya rastîn a Sûriyeyê dibînin."
Rêveberiya Xweser nirxandina xwe ya li ser biryara Ehmed Şer wiha anî ziman:
"Di demekê de ku em biryarnameyê wekî gaveke yekem dibînin jî, ew li gorî daxwaz û hêviyên gelê Sûriyeyê yê ku qurbaniyên mezin dane nîne."
Hat tekezkirin ku armanca gel avakirina dewleteke demokratîk e ku her kes tê de jiyaneke azad û bi rûmet li ser bingeha edalet û wekheviyê bijî.
Rêveberiya Xweser di dawiyê de rêya çareseriyê nîşan da û got:
"Çareseriya bingehîn a pirsgirêka maf û azadiyan li Sûriyeyê di diyalogeke niştimanî ya berfireh û destûreke demokratîk a nenavendî de ye ku şirîkatiyeke rastîn di navbera hemû Sûriyeyiyan de garantî dike."