Li Munich bi awayekî berfireh rewşa Sûriyê hat gtubêjkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Di Konferansa Asayişê ya Munichê de, çend perpirsên Ewropî yên mezin nerazîbûna xwe ji biryara vekişandina hêzên Amerîka ji Sûriyê derbirîn. Her yek ji Şêwirmenda Amanya Angela Merkel, Wezîrê Derve yê Fransa Jean-Yves Le Drian û Wezîrê Derve yê Belcîka Didier Reynders bi şêweyên cuda nerazîbûna xwe ji biryara Amerîkî diyar kirin.
Di Konferansa Asayişê ya Munichê de, mijara vekişandina hêzên Amerîka ji Sûriyê bû pirsa berpirsyarên mezin ên welatên Ewropayê.
Di pirsên berpirsyarên Ewropayê de, diyar bû ku ew welat ji biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump ne razî ne.
Şêwirmenda Almanyayê du pirsên sereke derbarê vekişîna hêzên Amerîka ji Sûriyê pêşkêş kirin.
Angela Merkel wiha pirs kir: "Gelo bîrokeya vekişîna ji nişkê ve û bilez ji Sûriyê bo Amerîkiyan baş e? Gelo ev yek şiyanên Rûsya û Îranê ji bo sepandina rikêfa xwe bihêz nake?"
Wezîrê derveyê Fransayê jî bi pirsan nerazîbûna welatên xwe ji biryara serokê Amerîkayê derbirî.
Jean-Yves Le Drian pirs kir: "Tu çawa dikarî li hember Îranê tund bî, lê tu ji bakur û rojhilatê Sûriyê derdikevî? Ev jî di demekê de ye, ku em hemû dizanin, ku ev derketin dikeve qazanca Îranê de."
Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Derve yê Belcîkayê, behsa şêweyê agahdarkirina hevalbendan ji aliyê Amerîkayê ve kir.
Didier Reynders got: "Amerîka hevalbendên xwe di hevpeymaniyê de agahdar kirin ku hêzên wê dê di nava çend hefteyan de, li çûna çend mefan de vekişin."
Di Konferansa Asayişê ya Munchenê de, 35 serok û serokwezîr û 50 wezîrên derve û 30 wezîrên berevaniyê beşdar bûn.
Şandeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî mijara vekişîna hêzên Amerîka ji Sûriyê û bandora wê li ser çarenivîsa gelê Kurd li Sûriyê kiribû yek ji babetên sereke di hevdîtinên xwe li gel berpirsên mezin ên cîhanê ku di konferansê de beşdar bûn.