Şêrîn a Efrînî li benda hevjînê xwe yê revandî mir
Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê ragihand, Şêrîn Resûl, welatiya herêma Efrînê, li benda hevjînê xwe yê revandî canê xwe jidest da.
Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê Ibrahîm Şêxo ji Rûdawê re ragihand: “Piştî ji revandina Ebdo Izzet ê 25 salî û îşkencekirina wî li ber çavên Şêrîn Resûl, hevjîna wî û piştre hate veguhastin bo cihekî nediyar, Şêrîn li benda hevjînê xe yê revandî can jidest da.”
Ibrahîm Şêxo behsa wê yekê kir, roja 14yê Sibata 20121ê, grûpeke çekdarên Bereya Şamî, girte ser gundê Mîrkan li Efrînê û welatiyê bi navê Ebdo Izzet girt û bi xirabî serederî ligel wî kir û li ber çavên hevjîna wî, Şêrîn Resûl, ew îşkence kir û piştre ew bire cihekî nediyar û heta niha çarenivîsa wî ne naskirî ye.
Şêrîn Resûl Mehmûdî, 20 salî û ducanî bû, lê di dema neştergeriyê de û li benda soraxa hevjînê xwe can jidest da. Termê Şêrîn hate veguhastin bo gundê wan û li wê derê hate veşartin.
Ji 18yê Adara 2018an ve, grûpên çekdar li Herêma Efrînê gelek binpêkirinan li dijî mafên mirovan encam didin û ti aliyekî navdewletî rê li ber wan nagire.